Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IHD: Îsal li Wanê 22 Kes Bûne Armanca Êşkencê û Reftarên Xirab


Komela Mafê Mirovan (ÎHD) ya şaxê Wanê rapora binpêkirina mafê mirovan ya neh mehên sala 2019’an bi preskonferansekê eşkere kir.

Rêvebirê navenda ÎHD’ê Kasim Kalkan rapor xwend.

"Li bajarê Wanê, binpêkirina mafê jîyanê, reftarên xirab, binpêkirina mafê hilbijartinê, tundîya li hemberî jin û zarokan, herwiha di dema desteser kirin û girtinê de bûyerên êşkencê hatine testpît kirin."

Kalkan da zanîn ku bi giştî 396 kes ji ber sedemên curbicur hatine desteser kirin û ji wan 22 kes di dema desteser kirin, an jî girtinê de bûne armanca êşkencê.

Kalkan herwiha dîyar kir ku di encamên hilbijartînên de li şûna hevşaredarên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Artemêt(Edremît), Ebex (Çaldiran) û Tuşbayê, destûrname ji berbijarên Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) re hatin dayîn.

"Herî dawî li şûna Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci jî qayum hat danîn. Piştî hewildana darbeya 15’ê Tîrmeh 2016’an vir ve, xwepêşendan, daxuyanîyên çapemenîyê û çalakîyên din ji alîyê walîtîya Wanê ve hatine qedexe kirin."

Kalkan bal kişand ser tundîya ser jinan û got ku jinek hatiye kuştin, keçek rastî destdirêjîyê hatiye û 3 jin jî xwe kuştine.

Di raporê de herî dawî rewşa penaberan jî cîh girtîye. "Di nava neh mehan de bi giştî 52 penaber di dema rêwîtîyê de hatine kuştin û 96 kes jî birîndar bûne."

Rapor dide zanîn ku 509 penaber jî ji hêla hêzên ewlekarî ve hatine desteser kirin.

AA_10_22_2119_R_IHD_Rapor
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:58 0:00


XS
SM
MD
LG