Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Çekdarî de 2 Kes li Wanê Hatin Kuştin


Di encama êrîşeke çekdarî de li bajarokê Qelqelîya (Ozalp) Wanê 2 kes hatin kuştin û kesek jî bîrindar bû.

Li gor daxuyanîya Walîyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez, êrîşa çekdarî îro Pêncşemê li taxa Egrîbelena Qelqelîyê dijî otomobîleke karmendên Koma Alîkarîya Civakî ya Wefa pêk hatiye.

Bîlmez dîyar kir ku dema karmendên alîkarîyê ji taxê Ergrîbelenê, bi otomobîlê dihatin navenda bajarokê Qelqelîyê, bûne armanca êrîşa çekdarî ya hin kesên nedîyar.

Bîlmez di berdevamîya daxuyanîya xwe de got ku di êrîşa çekdarî de karmendek şaredarîya Qelqelîyê û sivîlek hatiye kuştin û kesek jî birîndar bûye.

Li gor çavkanîyên xwexîhî navê kesê kuştî karmendê şaredarîye Qelqelîyê Yildirim Demîr e û Tamer Temîzer jî birindar bûye.

Piştî êrîşê hêzên ewlekarîyê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpê kirin.

AA_14_05_20_Wan_Êrîşa_Çekdarî
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:03 0:00
XS
SM
MD
LG