Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê 6 Xebatkarên Ragihandinê Hatin Desteser Kirin


Hêzên Ewlekarîyê yên Tirkîyê îro Sêşemê li bajarê Wanê bi ser ofîsa Ajansa Mezopotamya (MA), Jînnews û malan de girtin û 4 rojnamevan û 2 balavkarên berê yên rojnameya Yenî Yaşamê binçav kirin.

Serdozgerîya Komarî ya Wanê ragehand ku wan dijî “xebatkarên medya Partîya Karkerên Kurdistan (PKK)” operasyon pêk anîyê û 6 kes desteser kirine.

Di encama operasyona dijî sazîyên ragehandinê de rojnamevana Jînnewsê Şehrîban Abî, Nazan Sala, rajnamevanên MA’ê Adnan Bîlen û Cemîl Ugur û balavkara berê ya rojnameya Yenî Yaşamê Şukran Erdem jî di nav de 6 kes hatine binçav kirin.

Parêzera kesên desteserkirî Ekîn Yeter got ku dozgerîyê ser dosyayê bo du rojan bîryara nepenîyê daye û jiber vê yekê sedema binçavkirina rojnamevanan nedîyar e.

Xebatkarê ofîsa MA’yê yê Wanê rojnamevan Dîndar Karataş anî ziman ku operasyonên dijî ajansa wan, jiber çêkirina raportên derbarê binpêkirina mafên mirovan de pêk hatiye.

“Li vê heremê pir caran mafên mirovan tên binpê kirin. Herî dawî jî bûyera Osman Şîban û Servet Turgut ku ji helîkopterê hatibûn avêtin, me wek ajans bi nêzve şopandibû û jiber van hewildanên me yên xebatên ragihandinê, em bûn armanca operasyona dewletê. Îro jî hevalên me hatin binçav kirin.”

Karataş got ku ew li Wanê û heremên Kurdan dema karê ragihandinê dikin, tim rastî astengîyan û girtinan tên.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li gor Sendîkaya Rojnamevanên Tirkîyê (TGS) niha 70 rojnamevan li zîndanan girtî ne.

AA_06_10_20_Wan_Rojnamevan_Helîkopter
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:46 0:00

XS
SM
MD
LG