Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wan di Salvegera Aşîta Kujer de Sedemên Wê Malwêranîyê Dipirse


Aşîta kujer ya sala çûyî li Wanê (Arşîv)
Aşîta kujer ya sala çûyî li Wanê (Arşîv)

Li ser felaketa aşîta bajarokê Miksa Wanê, ku 42 kes canên xwe ji dest dabûn, salek derbaz bû.

Li gor parêzerên qurbanîyên malwêranîyê ji wê rojê heya niha derbarê berpirsan de ti lêpirsîn nehatiye destpê kirin.

Lê hîn sazîyên medyayî rapor weşandibûn ku çima tunela berfê ne li cîhê ku aşît ketiye, lê li deştê hatiye çêkirin.

Li gor agahîyên fermî yên Sazîya Giştî ya Îhaleyên Tirkîyê (EKAP), li cîhê ku aşît ketiye û di kîlometreya 29’an de tunel hatine çêkirin û 51 mîlyon 798 hezar 300 TL hatiye xerc kirin.

Firat Durmaz
Firat Durmaz

Lê, Serokê Odeya Mîmaran yê Wanê Firat Durmaz dibêje ku tenê tunelek hatiye çêkirin û ew jî ne li cîhê aşîtê hatiye ava kirin.

“Tê ditîn ku her du tunel jî nehatine çêkirin. Tenê tunelek hatiye çêkirin, ew jî li ser cîhekî rast di kîlometreya 27’an hatiye ava kirin û li wê derê jî qet aşît nakeve”

Dîsa li gor belgeyên fermî yên EKAP’ê, Rêvebirîya Giştî ya Rêyan ya Tirkîyê di 2011’an de li ser rêya Miksê lêkolênek kiribû û hember aşîtan bîryara çêkirina 2 tunelan dabû.

Di vê çarçoveyê de pisporan bo çêkirina tunelan li kîlometreya 23’yan û kîlometreya 29’an biryar dabûn. Li ser vê yekê Rêveberîya Giştî ya Rêyan ya Tirkîyê, bi hejmara 2011/90268 îhale pêk anîbû.

Di belgeyên fermî de wekî ku her du tunel hatine ava kirin hatine nîvîsîn û 51 mîlyon 798 hezar 300 TL hatiye serf kirin.

Durmaz bal dikşîne ku ser tesbîta mîmaran û dibêje ku eger tunel li gor projeyê hatiba çêkirin, tunela destpêkê wê li cîhê aşîta ketî anku li kîlometraya 23’an de bihata çêkirin û 42 kes jî nedimirîn.

Durmaz herwiha dibêje ku heya niha ti lêkolîn li cîhê ku aşît ketiye nehatiye kirin.

“Heya niha ti lêkolîn li ser vê bûyerê nehatiye kirin. Gelo çawa ev proje hatiye çekirin? Çîma cîhê tunelan hatiye guhartin? Di heman demê de li cîhê aşîtan jî ti lêpirsîn nehatiye kirin.”

Durmaz bi berdewamî dibêje ku ewê li gel sazîyên sîvîl yên Wanê raporeke berfireh ser felaketa aşîtê biweşînin.

Hêjayî bîrxistine ye ku di 4’ê Sibata 2020’an de di navbera Miks û bajarê Wanê de li ser rêka Xirapêtê aşîtek çêbûbû û 5 kes hatibûn kuştin.

Dema tîmên hawarçûnê jibo rizgarkirina 2 kesên din xebat dimeşandin, aşîta duyan qewimîbû û bi giştî 42 kesan jîyana xwe ji dest dabûn û 84 kes jî bîrindar bûbûn.

AA_04_02_21_Salvegera Aşîta Wanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:44 0:00

XS
SM
MD
LG