Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê ji Mirovan “Zincîra Aştîyê” Pêk Hat


Wan human peace chain

1’ê Îlonê, Roja Aştî ya Cîhanê, li bajarê Wanê bi diruşma “Em bi hevre dijî tecrîtê azadî, dijî şer aştîyê biparêzin” hat pîroz kirin.

Rêxistina Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê bi mebesta Roja Aştî ya Cîhanê xwest li ber Keleha Wanê heya navenda bajêr meşekê li dar bixe, lê hêzên ewlekarîyê bi sedema qedexeya walîtîya Wanê destûr neda meşê.

Li ser vê yekê, endamên HDP’ê û komek rûniştvanan dibin dorpêça hêzên ewlekarîyê de li ber derîyê avahîya rêxistina HDP’ê pîrozbahî li dar xist. Çalakvanan bi kincên sipî “Zincîra Aaştîyê” pêk anîn.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Bedran Ozturk got ku bi polîtîkayên tundî û tûjîyê pirsgirêka Kurdan çareser nabe û banga aştîyê kir.

“Em baş dibînin ku polîtîkayên şer Tirkîye anîye çî astê. Rastî jî bi her alî ve binketine û pêşeroja gelên Tirkîyê hatiye tune kirin. Em dizanin ku îro ti kes ne azatd e û demokrasî tuneye. Gava em van tevahî kom bikin ser hev, pêdivîya aştîyê xuya dibe."

Hevserok Ozturk anî ziman ku pêwîst e jibo Tirkîyê û tevahîya cihanê aştî pêk were.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku HDP bi mebesta Roja Aştîyê wê li heşt bajaran ji mirovan “Zincîra Aştîyê” pêk tîne.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:02:33 0:00

XS
SM
MD
LG