Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûniştvanên Wanê Gazinan Dikin ku Otoparka Nû Bûye Cîhê Firoşgehan


Yek ji pisrgireken herî mezin ye Wanê kêşeya trafîkê ye. Navanda bajêr ewqas şenîbar bûye ku cîh tune mirov otomobîlên xwe park bikin.

Jiber wê sedemê, Şaredarîya Bajarê Mezin ya Wanê di sala 2011’an de dest bi avakirina otoparkeke heft qatî kir ku tê de şûna 424 maşîneyan û 32 firoşgeh hebûn.

Dewletê di sala 2016’an de, dema Rewşa Awarte hebû, dest danîbû ser rêvebirîya şaredarîya bajarê mezin.

Rêvebirîya bajarvanîyê, bi piştgirîya endamen meclîsê yên AKP'ê, avahîya otoparkê zivirandine navenda kirîn, firotinê.

Gelê Wanê bertek li vê guhartîne nîşan didin û dibêjin ku hewcedarîya wan bi cîhê parka maşîneyan heye jiber ku firoşgeh li her derê hene.

Bazirgan Abdurahman Tekdemîr dibêje ku armanca wan xebatan, ji holê rakirina partîya DBP’ê ye.

Fehmî Aslanci ji dibêje ku armanca rêvebirîya niha ne xizmeta gel e, lê pere xwarin e.

AA_10_25_2018_Otopark
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:48 0:00

XS
SM
MD
LG