Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP: Dîlek Hatîpoglu di Zîndanê de Rastî Tazî Kirin Û Êşkencê Hatîye


Dîlek Hatîpoglu
Dîlek Hatîpoglu

Cigirê Hevserokê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Umut Dede, bi pres konferasekê dîyar kir ku Hevseroka Bajarvanîya berê ya Colemêrgê Dîlek Hatîpoglu, li zîndana tîpa T ya Wanê rastî lêgerîna tazî û êşkencê hatiye.

Dîlek Hatîpoglu, di 2014’an de ji Partîya Aşîtî û Demokrasîyê (BDP) wek hevseroka bajarvanîya Colemêrgê (Hekarî) hatibû hilbijartin. Piştî 16 mehan ew bi "endamtîya rêxistinê" bi16 sal û 3 mehan cezayê zîndanê hatibû mehkûm kirin.

Jiber ku hin dozên wê li Colemêrgê berdevam dikirin, di 12’ê Sibatê de ji zîndana Sîncana Enqerê anîn zîndana Tîpa T ya Wanê.

Cigirê HDP'ê Umut Dede di preskonfersê de got, ku bi darê zorê li dijî wê lêgerîna tazî hatiye kirin û ew hatiye êşkence dan.

"Îro serê sibê min li gel Dîlek Hatîpoglu li zîndanê hevdîtin kir, li ser rûyê wê û leşê wê şopên êşkencê hatin dîtin. Dema wê tînin zîndana tîpa T ya Wanê, gardîyan ji wê re dibêjin ku xwe rûs bike, emê lêgerina tazî bikin. Dîlek Hatîpoglu jî vê bêrûmetîyê qebul nake. Piştî re ew ji alîyê 3 gardîyanan ve li cîhek bê kamera û bi awayek giran tê êşkence kirin û bi darê zorê hemî cilên wê tê derxistin û lêgerîna tazî pêk tînin."

Cigirê Hevserokê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Umut Dede
Cigirê Hevserokê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Umut Dede

Dede, bertek nîşanî helwesta rêvebirîya zîndanê da û got ku ev yek dijî wîcdanê û qanûna bingehîn ya Tirkîyê ye.

"Em tim tînin ziman ku lêgerîna tazî dijî exlaq û wîcdanê ye û nerewa ye. Ev yek dijî beden û deronîya mirovane. Di rêziknameya rêvebirîya zîndanan de ev kirin hebe jî nayê wê watayê ku rast e. Jiber ku di destpêka qanûna bingehîn ya Tirkîyê de tê dîyar kirin ku jîyana mafê tevahîya rûniştvanan ya birûmet hatiye parastin."

Dede ji Wêzîrê Dadê yê Tirkîyê Abdulhamît Gul xwast ku liser vê mijarê bisekine û derheqa rêvebirîya zîndanê de lêpirsîn bide destpê kirin.

Ji alîyê din ve rêvebirîya zîndana tîpa T ya Wanê îdîayên Dede red dike û dibêje ku 3 gardîyanên wan ji alîyê Dîlek Hatîpoglu ve hatine darp kirin û ew dê derheqa wê de gilî li dozgerîyê bikin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di sala 2020’an de parlamanterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu lêgerînên tazî anîbû rojeva Tirkîyê ye û bi dehan kesan ser medyê gotibûn ku ew rastî lêgerîna tazî hatine. Lê rayedarên hikûmeta Tirkîyê ev yek red kiribûn û gotinbûn ku lêgerîna tazî li rêvebirîyên ewlekarîyê û zîndanan tune ye.

Raporta Wanê 17 02 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:04 0:00

XS
SM
MD
LG