Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Hember Dayîkên Aştîxwaz Doz Hat Vekirin


Li Wanê, dijî 6 endamên Meclîsa Dayikên Aştî, ku bi daxuyanîyeke çapemenîye sekinandina operasyona Efrîne kiribûn û daxwaza aştî kiribûn, doz hate vekirin.

Dayikên ku di derheqa wan de doz hatine vekirin Xemî Akdogan, Kevê Işik, Munîfe Kaçak, Perîhan Aslan, Rabîa Algor û Zekîye Kaya ne.

Di rûniştina îro de dayikan gotînen xwe dûbarê kir û got ku ew aştî dixwazin.

“Me her şev di televîzyonan da zaroken bedenen wan hatîne parçekirin dit. Jiber ve yekê, em naxwazin ne leşker, ne polîs, ne jî gerîla werin kuştin. Em hez dikin ku aştî çêbe. Di van gotînen me de ti suc tuneye.”

Pişti parastîna dayikan, dozger jibo dayikan bi îdiaya propagandaya rexistina terorê ceza xwest. Parêzeran ji jibo parastinê daxwaza pirtir dem kir û dadgehê ji doz heta 15'ê Nîsana 2019'an paş xist.

Rojnamevan Zeynep Durgut ku doza dayikan ji nezve dişopîne, dibêje ku armanca Meclîsa Dayikên Aştî ew ku aştî binin vî walatî.

“Di demên borî de gelek karbidestên dewletê mîna dayikan daxuyanî didan, lê di derheqa wan de ti doz doz nehatin vekirin. Li Tîrkîyê bîryaren dadgehan li gor kesan, çîh, dem û peyvajoya diguhere.”

AA_11_21_2018_Dayikên_Asti
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:15 0:00

XS
SM
MD
LG