Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doktorên li Wanê Dibêjin ku Ew di Bin Mercên Dijwar de Dixebitin


Yekîtîya Doktorên Tirkîyê (TTB) ser rewşa xebatkarên saxlemîyê li çend bajêrên Tirkîyê xwepêşendan li dar xistin.

Bi heman armancê, Odeya Doktoran ya Wan û Colemergê, ku endamê TTB’yê, xwest li ber derîyê Rêvebirîya Saxlemî ya Bajarê Wanê xwepêşendanekê pêk bîne, lê ew hatin asteng kirin.

Hêzên ewlekarîyê bi sedema qedexeya walîtîya Wanê destûr neda doktoran ku xwepêşandanê bikin.

Serokê Odeya Doktoran ya Wan û Colemergê Huseyîn Yavîç li avahîya odeyê biryara walîtîyê rexne kir û got ku piştî belavbûna vîrusa korona mercên xebatkarên saxlemîyê pir xirab bûne.

“Di nava vê nexweşîya Covît-19’ê de hejmara doktoran pir kêm e û karê wan jî pir zêde bûye. Li bajarê me û tevahîya Tirkîyê jimareke bilind ya doktoran bi vîrusa korona ketine. Sîstema heyî, saxlemîya doktoran û keda wan nafikire.”

Doktor Yavîç îdia kir ku amarên ku rojane jî alîyê Wezareta Saxlemî ve tên dayîn ne rast in jiber ku hejmara mirî û pêketîyên korona bilindtir e.

Jêderên saxlemîyê radigihînin ku tenê li bajarê Wanê heya niha 30 doktor bi vîrusa korona ketine û rojê nêzî 800 rûniştvan bi sedema korona serlêdana nexweşxaneyan dikin.

Li alîyê din, Walîtîya Wanê ku her roj agahîyên derbarê tuşbûn û mirinên bi sedema korona parve dikirin, ev çend hefte ne pêzanîn nade bîragiştî.

AA_08_21_2020_TTB_Wan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:00 0:00

XS
SM
MD
LG