Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Hewilên Pêşîgirtina Belavbûna Korona di Çi Astê De Ne?


Kolana Cumhurîyet li Wanê
Kolana Cumhurîyet li Wanê

Metirsîya vîrusa korona li Wanê jî bandorê li ser jîyana rûniştvanan dike. Bi bîryara hikûmeta Tirkîyê li vî bajari jî dibistan, salonên dawetê, meyxane, qehwexane, înternetkafe û navendên sporê hatine girtin.

Hejmareke zêde rûniştvan hin tedbîr girtinê û dernakevin kolanan. Lê dîsa asta ku karbidest dixwazin encam nedaye û kolanên navênda bajêr qelebalix in.

Dr. Huseyîn Yavîç
Dr. Huseyîn Yavîç

Endamê Odeya Doktoran ya Wan û Colemêrgê Dr. Huseyîn Yavîç derbarê amadekarîyên li hember belavbûna vîrusa korona de got ku bo nexweşên korona Nexweşxaneya Stenbol û Nexweşxane ya Leşkerî hatine veqetandin.

“Heta niha bi gumana vîrusa korona yê 60 kes wergirtine bin karantîna ye, lê di canê wan kesan de vîrus nehat dîtin. Tedbîrên ku hatine girtin mixabin têrê nakin û rûniştvanan jî hîn xeterîya vê vîrusê baş fêm nekirine.”

Yavîç herwiha dîyar kir ku hejmara girtîyên li zîndanan zêde ye û pêwîst e wek tedbîr hemû zîndan werin vala kirin.

Li gor pêzanînên Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) heta niha li cîhanê herî kêm 200 hezar kes bi Koronayê ketine û ji van 8 hezar û 270 kesî jîyana xwe ji dest daye.

Wezareta Saxlemî ya Tirkîyê jî ragihand ku heta niha 4 kesan jîyana xwe ji ber vê vîrusê ji dest daye û 359 kes jî bi korona ketine.

XS
SM
MD
LG