Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heft Sal Piştî Erdheja Wanê, Hîn Gelek Kes Bê War In


Li ser erdheja wêranker ya Wanê heft sal derbaz bûn. Di 23’ê Cotmeha 2011'an de li gundê Tabanli ya 17 kîlometre ji navenda Wanê dûr e, bi pileya 7.2 erdhêjek pêk hatibû.

Di wê erdhejê deku 25 sanîyê berdewam kiribû, 644 kes hatibûn kuştin, 5 hezar kes birîndar bûbûn û sed hezaran kes jî bê cîh û war mabûn.

Dîmenên piştî erdhejê û rewşa xirab ya herêmê, bala bîragiştî ya navnetewî kişandibû û sazîyên navnetewî û welatên cîhanê xwest alîkarî bigehînin herêmê.

Lê, Serokomarê wê demê Abdullah Gul daxwazên alîkarîyê qebûl nekiribû û gotibû ku tîmên Tirk dikarin ji bin afetê derkevin.

Di erdhejê de jibo pirsgireken gel zû werin çareser kirin, Koma Kordînasyonê hatibû danan ku nûnerên Walîtî, Qeymeqamtî, Emnîyet û Leşkerî tê de hebûn.

Bi biryara serokwezîrê hîngê, Erdogan şaredarîyên DBP’ê tev li kordînasyonê nehat kirin û ew jî neçar mabûn ku bi serê xwe alîkarî bigehînin hemwelatîyên hewcedar.

Sazîya TOKI ya dewleta Tirkîyê, li cîhên xanîyên ku hilweşîn 17 hezar xanî çekirin û firotinê mexdûren erdhejê.

Wê demê, jiber ku hikûmetê Tirkîyê yê Wanê bi fermî wek herêma afetê neragihandibû, xanîyên avakirî bi pere ji mexdûrên erdhejê re hatin firotin.

Niha bî hezeran kes nikarin pereyên TOKI’yê razînin û hinek ji wan kesan li Artemîtê li konteyniran dijîn.

Gulten Turgut, Sevgul Kipçak û Nurîye Orhan bal dikşînin ser rewşa xwe ya xirab û daxwaza alîkarî dikin.

AA_10_23_2018_Erdheja_Wane
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:21 0:00

XS
SM
MD
LG