Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelo Bajarê Wanê Hember Erdhejeke Nû Amade Ye?


Li ser erdheja wêrankar ya Wanê neh sal derbaz bûn. Di 23’ê Cotmeha 2011'an de li gundê Tabanli ya 17 kîlometre ji navenda Wanê dûr, bi pileya 7.2 erdhêjek pêk hatibû.

Di wê erdhejê de 644 kes canên xwe jî dest dabûn, 5 hezar kes birîndar bûbûn û bi sed hezaran kes jî bê cîh û war mabûn.

Yekîtîya Odeya Mîmar û Endezyaran ya Tirkîyê (TMMOB) li Wanê bi daxuyanîyeke nivîskî got ku hîn jî hikûmetê li gor rastîya erdhejê tevnagere û tedbîran nagire.

Serokê Odeya Mîmaran (IMO) yê Wanê Firat Durmaz got ku tevî erdhejên mezin li bajêr, avahîyan li gor plansazîya îmarê nayên çêkirin.

“Bi giştî rûniştvanên me jiber xîzanîye, xanîyên xwe bi kerpîç û axê çêdikin û jiber vê pir hêsanî xanîyên wan di erdhejên biçûk de xirab dibin. Mînaka harî dawî di 23’ê Sibatê de di Elbakê (Başkale) de derket pêşberî me. Di wê erdhejê de 25 taxên vî bajarokî hilweşîya û 9 kes mirin.”

Durmaz dibêje ku edî di vê her avahî li gor plana îmarê were çêkirin û hikumeta Tirkîyê jî di vî warî de berpirsîya xwe bîne cîh û alîkarîya rûniştvanan bike.

Di erdheja 2011’an de li bajêr hejmarek zêde avahî zarar dîtibû û ji van 34 avahî bi biryara Walîtîya Wanê hatibûn rûxandin.

Durmaz dibêje ku hin avahîyên din jî hene ku di erdhejê de zarar dîtine û hîn jî nehatine hilweşandin.

“Avahîyên ku di erdheja berîya neh sal zarar dîtine, hîn jî li ser pêyane. Eger ew avahî neyên rûxandin, dibe ku di erdhejeke biçûk de bibe sedema kuştina rûniştvanan.”

Durmaz herî dawî got ku eger rûniştvan li hember erdhejan baldar bibin û tedbîrên xwe bistînin, ew qas jî zîyan dê kêm bibe.

XS
SM
MD
LG