Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wan Mêvandarîya Mîhrîcana Şanoyê Dike


Xwedîyê Navenda Hunerê ya Uvercînka Fatîh Taşdemîr
Xwedîyê Navenda Hunerê ya Uvercînka Fatîh Taşdemîr

Navenda Çand û Hunerê ya Uvercînka ya Wanê mêvandarîya Mîhrîcana Şanoyê dike ku di navbera 10-19’ê Gulanê de li salona Şanoya Dewletê ya Wanê wê pek wêre.

Di mîhrîcanê de, ku îsal ya dûyê tê lidarxistin, wê şanogerên navdar bi lîstikên xwe cîh bigirin.

Mîhrîcana ku bi dirûşma “Huner xweş e” tê darxistin û ew jibo aborîya Wanê jî dibe derfeteke baş jiber ku ji derve gelek mêvan tên bajêr.

Lîstikên “Hespên Ser Pencerê”, “Nazim Hîkmet Ran”, “Mala Bernardê Albay”, “Du Jin û Du Lîstikvan”, “Furug Fehrruhzad”, “Taranta Babu”, “Spî” û “Yek ji Gel” dê werin nîşandan.

Xwedîyê Navenda Hunerê ya Uvercînka Fatîh Taşdemîr da zanîn ku di çarçoveya mîhrîcanê de, ji bilî lîstikên şano, wê hin bernameyên hunerî jî werin pêşkeş kirin.

“Li vî bajarî Kurd, Tirk û Faris hene. Me xwest van çandan bînin cem hev. Jiber vê lîstikên me Kurdî, Tirkî û Farisî hatine amade kirin. Emê beşek ji diravên ku ji mihrîcana me ji mexdurên lehîya Kirmanşahê re bişînin.”

AA_05_06_2019_Wan_Mîhrîcan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00

XS
SM
MD
LG