Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Grevên Xwebirçîhiştinê li Wanê Rewşa Girtîyan Çawa Ye?


Li girtîgehên Tirkîyê pirtir ji 3 hezar girtîyan piştî banga rêberê Partîya Karkerên Kurdîstanê (PKK) Abdullah Ocalan, dest ji grevên xwebirçîhiştin û rojîya mirînê berdan.

Tevî vê yekê, girtîyên ku ketine grevan ji nexweşxanê hatine şandin.

Li girtîgehên Wanê bi giştî 306 girtî ketibûn greva xwebirçihiştinê û rewşa saxlemîya 11 kesan xirab e ku 6 ji wan di rojîya mirînê de bûn.

Parêzer Savaş Avci, ku rewşa girtîyan bi nêz ve dişopîne, dibêje ku jiber kêmbûna xizmetên saxlemîyê çalakvanan nekarîye li nexweşxaneyan bimînin.

“Piştî ku girtîyan çalakîya greva xwebirçihiştine berdan, bi sazîyen sîvîl re me ev pevajo şopand. Me di destpêkê de kesên ku rewşa wan pir xirab e, şand nexweşxaneyan. Cîhê ku girtî lê dihatin derman kirin, di jêrzemîna nexweşxanê de bû û pir qirêj bû. Jiber ku xizmetên saxlemîyê pir xirab bûn, hin girtî ew yek qebûl nekir û vegerî zindanê.”

Avci dîyar kir ku niha piranîya pirsgirêkan çareser bûne û ew li bende ne ku heya deh rojan girtî bigehin saxlemîya xwe ya berê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:15 0:00

XS
SM
MD
LG