Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Rojên Korona de Rêwşa Girtîyên li Zîndanên Wanê Çî Ye?


Komela Mafên Mirovan (IHD) û Komela Malbatên Girtîyan (TUHAY-DER) ser rewşa 3 zîndanên bajarê Wanê raporek hevbeş amade kirin û bal kişandin ser kêmbûna tedbîrên hember vîrusa korona.

Nûnerên IHD'ê yên şaxê Wanê û TUHAY-DER bi zîndanîyan re hevdîtin pêk anîn û encamên hevdîtinan bi raporekê eşkere kirin.

Di raporê de tê gotin ku hêzên ewlekarîyê û xebatkarên zîndanan bê rûberk û lepik bûn û herwiha ew li gor rêzika mesafeya civakî tev nedigerin.

Li gor raporê, girtî rûberk, lepik û alavên paqijîyê bi pereyê xwe dikirin, hejmara girtîyan li gor odeyan zêde ye, mafê girtîyan yên sporê, çalakîyan û sohbetê hatiye rawestandin.

"Rojname û kargoyên wan dereng tên dayîn, zîndanîyên ku cezayên wan ketine bin salekê nayên berdan û qanûn tê binpê kirin."

Serokê IHD'ê yê şaxê Wanê Murat Melet bal kişand ser tespîten raporê û got ku girtî nikarin li nava zîndanan saxlemîya xwe biparêzin.

“Hember vîrusê li nava çar dîwaran û di cîhên qelebalix de çi tedbîr têra nake. Herwiha zîndanî neçar hatine hiştin ku bi pereyê xwe amûrên paqijîyê bikirin.”

Melet bi berdewamî got ku niha li zîndanan de bi hezaran zîndanîyên nexweş, zarok û jin hene û divê ew hemî werin berdan.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ligel belavbûna vîrusa korona li zîndanên Tirkîyê bi bîryara Wezareta Dadê hevdîtinên malbatan û parêzeran hatiye qedexe kirin û herwiha xebatkarên zîndanan jî hatine îzole kirin

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:25 0:00

XS
SM
MD
LG