Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevşaredarê Berê yê Saray Çalışkan 7 sal û 6 meh Ceza Hat Birîn


Doza Hevşaredarê Sara yê Wanê Abdulkadîr Çalışkan îro Îînê li Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat dîtin û 7 sal û 6 meh cezayê zindanê li wî hate birîn.

Çalışkan di rûniştine de got ku ew du sal in li zindanê rehîn te girtin û cezakirina wî ne hukuqî, lê sîyasî ye.

Dadgehê jibo kurê Abdûlkadîr Çalışkan, Baran re bi heceta alîkarîya “rexistina terorê” 4 sal û 2 meh ceza birî û ji xebatkarên din yên şaredarîyê, Fulya Şen, Mehmet Dundar û Ekrem Yucel re 3 sal û 2 meh cezayê zindanê da.

Dadgehê derheqa Mehmet Zakîr Denîz, Faysal Elter, Necla Yaman, Zafer Keleş û Şadîye Uçak jî biryara berdanê da.

Çîhan Karaman, parêzerê Abdulkadîr Çalişkan, got ku di dosya wan da jibo cezakirinê ti sucên cidî tunebûn.

“Hevşaredar Çalışkan û kurê wî û herwiha xebatkaren din, bi giştî li ser du şahîdan hatibûn girtin. Her du şahidan jî di rûniştîna dozê de gotin ‘em van kesan nas nakin’ û bi van gotînen wan re dosyan wan de, bo cezakirina wan ti suc nema. Divêbû dadgehê ew berdana, lê cezayên giranb li wan birî.”

Cîgirê hevserokê Partîya Demokratîk ye Gelan (HDP) yê Wanê Azîm Yacan dîyar kir ku dijî wan operasyonên dijwar berdevam in û biryarên dadgehan jî giredayî wê yekê ne.

AA_12_07_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:23 0:00

XS
SM
MD
LG