Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê 43 Doktor Dest ji Kar Berdan


Piştî ku Wezareta Saxlemîyê ya Tirkîyê qedexeya li hember karvekişîna xebatkarên saxlemîyê rakir, li bajarê Wanê 43 doktoran karvekişîna xwe ragihandin.

Bi vê rewşê, taybet li nexweşxaneya heremî ya Wanê ku xizmeta saxlemîyê dide bajarên derdorên xwe jî, hejmarek zêde beşên nexweşxanê hatin girtin û rûniştvan ji xizmetên saxlemî bêpar man.

Zekî Seven
Zekî Seven

Rêvebirê Saxlemîyê yê Wanê Mahmut Sunetçioglu jî ragihand ku ew de 166 doktoran wergirin kar û valatîya doktoran tejî bikin.

Lê Heserokê Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê (SES) yê Şaxê Wanê Zekî Seven got ku bi belabûna vîrusa korona barê doktoran pir zêde bûye û divê şert û mercên xebatê bên başkirin.

“Ev doktorên ku nû destbi kar bikin dê di nava 2 salan de dest ji kar berdin, jiber ku barê doktoran pir zêde ye. Divê di destpêkê de şert û mercên xebatkerên salemîyê werin sererast kirin.”

Seven, derheqê sedemên karvekişîna doktoran agahî da û got ku doktorên derve li nexweşxaneyên taybeta kar peyda dikin, dest ji kar berdidin.

“Ev du sal in pandemî heye û karê li nexweşxaneyan pir zêde bûye. Tenê ne doktor, hemî berdestkên doktoran, xebatkarên paqijîyê û xebatkarên ewlehîya yên nexweşxanê di bin şartên xirab de dixebitin. Mînak doktor dikarin bo xwe karek din peyda bikin û dest ji kar berdin, lê xebatkarên din di nava neçarîyê de mecbûr dimînin ku bixebitin.”

Seven, ku hin jî li nexweşxaneya heremî Wanê wek doktorê derûnî ye, dibêje ku jiber mercên giran herî zêde doktor jiber xirabûna deronîya xwe serî li wan didin.

Ji alîyê din rêvebirê saxlemîyê yê Wanê Mahmut Sunetçioglu dibêje ku 166 doktorên nû dê heya dawîya Îlonê destbi kar bikin û pirgirêkên heyî dê werin çareser kirin.

AA_09_09_21_li wanê îstîfaya doktoran
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:14 0:00

XS
SM
MD
LG