Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Sazîyên Sivîl Ser Hevdîtina ligel Ocalan Daxuyanî Da


Li Wanê 11 sazîyên sivîl derheqa hevdîtina rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi birayê wî Mehmet Ocalan re, daxuyanîyek da çapemenîye.

Daxuyanî li avahîya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Civakî (KESK) ya Wanê pek hat.

Xencî endamên KESK'ê, yên DÎSK'ê, TMMOB'ê, TUAY-DER'ê, DÎSA-DER'ê, ÎHD'ê, DBP'ê, HDP'ê, EMEP'ê, TTB'ê û Platforma Jinên Axtamara jî di daxuyanîyê de amade bûn.

Endamê KESK'ê Îbrahîm Çelîk ku daxuyanî xwendibû, got ku parlamantera HDP’ê Leyla Guven û 226 girtî niha jibo tecrîda ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were rakirin, di gireva birçîbûnê de ne.”

“Divê tecrîd demûdest were rakirin. Herî dawî, ligel birêz Ocalan hevdîtin pêk hat, lê ev nayê wê wateyê ku tecrît dawî bûye. Herwiha çalakvanên ku ketine greva birçîbûnê jî çalakîya xwe berdevam dikin.”

Çelîk bang li hikûmetê ewe ku bi lez tecrît were rakirin û zextên li ser zîndanîyan bi gişti bê rakirin.”

Hejayî birxistine ye ku du sal û şeş meh bû ku li gel Abdullah Ocalan hevdîtin nedihat çêkirin, lê Mehmet Ocalan di 11ê Rêbendanê de bi kekê xwe re hevdîtinek pêk anîbû.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:13:22 0:00

XS
SM
MD
LG