Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bajarê Wanê Vîrusa Korona Dîsa Belav Dibe


Bajarê Wanê
Bajarê Wanê

Li Bajarê Wanê di nava hefteyekê de hejmara pêketîyên vîrusa korona 55 zêde bû û giheşte 448 kesan. Herwiha 9 kes jî jiber vîrusê canê xwe ji dest daye.

Walîtîya Wanê di daxuyanîya nivîskî de got ku hejmara pêketîyên vîrusê jiber ku hin kes ji derveyî bajêr hatine, tevli şînîyan bûne û li gor rêgezan tevnegerîyane evqas zêde bûye.

Walîtîya Wanê berîya cejna Ramazanê hin bîryarên pêşîgir ragihandin.

“Êdî bi komî û bê rûberk serdana goristana hatiye qedexe kirin, Divê rûniştvan di dema derketina bazarê de li gor tedbîran tevbigerin.”

Li alîyê din, Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê (SES) ya Şaxê Wanê Fîgen Çolakoglu dibêje ku tedbîrên hember belavbûna vîrusa korona kêm in.

“Di wergirtina tedbîran de kêmahî hene. Hemû park, baxçe û cîhên din ên vekîrî qedexene, lê navendên kirîne anku mol vekirîne. Têkilîya di navbera mirovan de li navendên danûstandinê zêdetir çêdibe. Jiber vê yekê kêmatî ne tenê li bajêr, bi tevahîya dewletê heye. Gel jî hîn fêm nake ev vîruseke çawa ye. Divê ew li gor tedbîran tevbigerin û jibo rojên xweş ji malên xwe dernekevin.”

Hêjayî gotinê ye ku li Wanê niha zêdetirê 13 tax di bin karantînayê de ne û nêzî 50 000 kes jî di bin kontrolê de têne girtin.

Hikûmeta Tirkîyê jiber belavbûna vîrusa korona di cejna Ramazanê de derketina kolanan qedexe kiribû ku divê herkes di navbera 23 û 26’ê Gulanê de li malên xwe bimînin.

AA_21_05_20_Wan_Korona_Belavbûn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:42 0:00

XS
SM
MD
LG