Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Hejmara Mirinên ji COVID-19 Bilind Dibe


Li Bajarê Wanê jiber belavbûna vîrusa korona jimara tuşbûyan û mirîyan zêde dibe.

Li gor daneyên Sendîkaya Kedkarên Saxlemîyê (SES) ya Şaxa Wanê, li tevahîya bajêr 3 hezar pêketîyên vîrusa korona hene û rojê dora 300 kes bi vîrusê dikevin û nêzî 8 kes jî bi vîrusa korona dimirin.

Hevseroka SES ya Şaxa Wanê Fîgen Çolakoglu sedam belavbûna vîrusa korona, sistkirina tedbîran nîşan da û got ku bi sedema COVD-19 her roj mirin çêdibin.

“Li bajarê me jiber vîrusa korona rewşek giran heye û her roj nêzî 8 kes bi vîrusê dimirin. Em û bîragiştî nikarin agahîyên zelal dest bixin, jiber ku karbidest me agahdar nakin. Di vê sazîyên fermî bi agahîyên rast, gel zelal bike ku ew ji bizanin ka dê çawa tevbigerin.”

Ji alîyê din jina 80 salî ya bi navê Safya Dursun îro sêşemê jiber vîrusa korona miriye. Xizmê Dursunê, rojnamevan Siddik Guler dibêje ku jiber li nexweşxaneyê de cîh tunebû, ew li malê canê xwe ji dest daye.

“Deh roj berîya niha testa jinmama min pozîtif derket û ew demekê li nexweşxaneya dewletê hat derman kirin. Rêvebirên nexweşxanê ji me re got ku li nexweşxaneyê cîh tuneye. Piştre me jinmama xwe anî malê û ew îro serê sibê jîyana xwe ji dest da.”

Guler da zanîn ku sedema mirina wê di rapore de rast ne hatiye nivîsîn.

“Doktorê ku di destpêkê de li termê Dursun nihêrî, di raporê de nivîsîbû ku ew bi COVID-19 miriye, lê di rapora nexweşxaneyê de sedema mirina wê wek mirina xwezayî hatiye nîşandan. Tevî îtîrazên me jî doktoran di raporê de qala COVID-19 nekir.”

Çolakoglu herwiha dide zanîn ku li bajêr 230 xebatkarên saxlemîyê bi vîrusa korona ketine û jiber barê giran yên nexweşxanê derûnîya pir xebatkaran jî ne baş e.

Hêjayî gotinê ye ku dem dema Walîyê Wanê Mehmet Emîn Bilmez ser belavbûna vîrusa korona hişyarî dide rûnişvanan, lê bûye demekê ku ew nema derbarê pêketî û mirinên jiber COVD-19 de ahahîyên fermî dide bîragiştî.

AA_08_25_20_SES_COVID_19
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:25 0:00

XS
SM
MD
LG