Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Noel Îsal bi Aramî Hat Pîroz Kirin


Van Christmas celebration
Van Christmas celebration

Roja dayîkbûna Îsa Mesîh ku li Tirkîyê wek Noel tê zanîn, li Wanê ji alîyê hejmareke bawermendan ve, di nava aramî û kêfxweşî de hate pîroz kirin.

Di salên borî de li navenda Wanê hin pankart hatîbûn daliqandin û gef li bawermendên Krîstîyan hatibûn kirin.

Noel anku Krîstmis, jiber sedema ewlehîye, bi avayekî bêdeng, li nava xanîyekî ku wek dêr tê karanîn, bi tevlîbûna nezî sed kêsan hat pîroz kirin.

Di pîrozbahî de herwiha, hin Krîstîyanên ku ji Îranê hatine jî amade bûn.

Qeşeyê Dêra Wanê, Muharrem Kavak bal kişand ser gefên hember wan û got ku di demên borî de hin bûyerên nebaş pek hatin, loma ew bi rehetî nikarin xebatên xwe yen olî pek bînin.

“Li Wanê hin kom henê ku me armanc dikin. Em dijminîya ti kesî nakin û azadîya ramanê jibo hemî kesan dixwazin. Jiber ku wateya Noelê baş nayê zanin, em rastî gefan tên. Em her rojên Yekşemê bona başî û aramîya tevahîya welêt dûayan dikin.”

Kavak got ew ji dewletê daxwaz dikin ku wan li hember gefan biparêze û ewlehîya wan misoger bike.

AA_12_27_2018_Wan_Noel
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:15 0:00

XS
SM
MD
LG