Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Polîsan Mudaxaleya Çalakîya jibo Leyla Guven Kir


Police prevented HDP members to protest for Leyla Guven in Van province
Police prevented HDP members to protest for Leyla Guven in Van province

Parlamantera HDP’ê ya Colemêrgê, Leyla Guven nêzî 100 roj in ku di gireva birmayînê de ye.

HDP’ê jiber nêzîkbûna roja 100an ya çalakîya Guvenê biryar dabû ku li gelek bajaran çalakî li dar bixe.

Komeke endamên HDP’ê, ku di nav de parlamanter jî hebûn, li Wanê xwest ku dest bi meşeke ber bi Amedê bikin.

Lê berî ku ew bikaribin ji avahîya partîyê derkevin, bûn armanca mudaxaleya polîsan.

Hêzên ewlekarî bi bombeyên gazê û ava şidandî êrîş bir ser endamên HDP’ê û 3 kes birîndar bûn, 2 kes jî hatin desteser kirin.

Parlamanterê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç ji Dengê Amerîka re got ku hikûmet hiqûqê nas nake.

“Zîhnîyeta AKP û MHP’ê nîşan da ku ew hiqûqê nas nakin û tenê hiqûqa dijmintî ser gelan ferz dikin.

Emê vê faşîzmê bi têkoşîna gelê xwe teşhîr bikin.”

Hejayî balkişandinê ye ku parlamanter Guven jiber xirabtirbûna rewşa saxlemîya wê, îro ji nexweşxanê re hate rakirin.

AA_02_12_2019_Wan_Leyla_Guven
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00

XS
SM
MD
LG