Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê 2 Mamoste jiber Hembêzkirina Hevdû Hatine Ceza Kirin


Rêveberîya Perwerdê ya bajarokê Şaxa ya Wanê, derbarê 2 mamosteyan bi sedema ku li nava dibistanê “hevdû hembêz kirine” lêpirsîn vekiribû û dû re jî dozgerî ser gilîya wê, lêpirsîneke nu li hember wan mamosteyan destpê kiribû.

Bûyer di 20'e Gulan'a 2019'an de pêk hat û tevî Walîtîya Wanê destûr da mamoste werin darizandin, derbarê wan, de di 10’ê Cotmeha 2019’an de li Dadgeha Şaxê doz hate vekirin. Di encama darizandinê de dadgehê biryar da ku 'sûc tune' ye û dosya betal kir.

Lê, lêpirserên Wezareta Perwerde ya Tirkîyê hembêzkirina mamosteyan wek dijî rêziknameya wezaretê qebûl kir û yek ji mamosteyan bi qutkirina mehaneyê hate ceza kirin, yê din jî ji dibistaneke din re hate sirgun kirin.

Piştî ku bûyer ket rojeva Tirkîyê, walîtîya Wanê daxuyanîyek weşand û got ku mijar ne tenê hembêzkirina jibo rojbûnê ye.

“Di encama lêpirsînê de derket holê ku ev her du mamoste di nava rewşeke nebaş de hatine dîtin loma ev ceza ji wan re hatiye dayîn.”

Mamosteya jin, ku nexwestîye navê wê dîyar be, di parastina xwe de got ku hîngê rojbûna wê bû û hevkarê wê ew hembêz kir û rojbûna wê pîroz kir.

“Jixwe hemû tişt di dîmenên kemerayan de dîyar dibe. Me tiştekî nebaş nekiriye. Ezê li hember van bêbextîyan serî li rêyên hiqûqî bidim,” mamsteya jin li dadgehê gotiye.

Sekreterê Sendîkaya Perwerdê yê Wanê Orhan Buran dîyar kir ku her du mamoste rastî neheqîyê hatine.

“Di vê bûyerê de rêvebirîya perwerde ya Şaxê ketîye nava kêmahîyê. Li alîyekî din nahêlin ku em wek sendîka bibin dengê mamosteyan û mafê wan biparêzin. Hembêzkirin li ti deveran nabe sûc. Di nava sazîyan de her tim mirov hevdû hembêz dikin. Dadgeh dibêje sûc tune ye, lê walîtî di cezayê de israr dike, bê ku îdîayên xwe îsbat bike.”

AA_01_06_2020_Hembêzkirin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:10 0:00

XS
SM
MD
LG