Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Rûdaneke Trafîkê de 5 Penaber li Wanê Hatine Kuştin


Di encama qazayeke trafîkê de 5 penaber li bajarokê Tuşbaya Wanê hatine kuştin, 37 penaberên din jî birîndar bûn.

Hêzên ewlekarîyê ragihand ku qamyona ku penaber lê hebûn, ji rê derket û bû sedema rûdanê. Polîsan ragihand ku ajotvanê qamyonê C.K. hate desteser kirin û derbarê qezayê de jî lêpirsîn destpê kiriye.

Hevserokê Şaxa Sendîkeya Kedkarên Tendirustîyê (SES) a Wanê Sezer Orenç, ku rewşa penaberan dişopînê, got ku bi giştî 40 penaber di qamyonê de hebûn.

“5 kes li cihê bûyerê mirin, 3 ji wan giran, 37 kes jî birîndar bûne. Hemû penaber zilamên ciwan in. Hevalên me dîyar kir ku bêhna neftê ji terman dihat. Ev jî nîşan dide ku ew penaber di qamyona nefthilgir de hatine vê derê.”

Hêjayî gotinê ku ev demeke Bajarê Wanê bi mirinên penaberan tê rojevê. Di nava du mehên dawî de termê 21 penaberan li bajarokê Elbakê (Başkale) hatine dîtin.

AA_05_17_2019_Penaber_Rûdan
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:14 0:00

XS
SM
MD
LG