Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tora Piştevanîya Penaberan li Wanê Bal Dikşîne Ser Rewşa Penaberan


Li Wanê Tora Piştevanîya Penaberan encamên çavderî û lêkolînên xwe yên ser rewşa penaberên li herêma Wanê wek raporek biragiştî re parve kir.

Tora ku ji hejmareke sazî û dezgehên sîvîl yên Tirkîyê pêk tê, li avahîya Komela Koçberan ya Wan û Serhedê preskonferasek li dar xist.

Di despêka raporê de tê gotin ku li bajêr partîyên sîyasî jibo mafên penaberan ti polîtîkayên taybet bi rê ve nabin.

“Kesên ku hember penaberan tawanan dikin di nava du mehan de tên berdan û ev jî hêzê dide qaçaxçîyan. Her roj komên penaberan ji sînorê Îranê derbazî Wanê dibin. Ev yek têkîlîyên di navbera leşkeran û qaçaxçîyan nîşan dide.”

Rapor bi berdewamî bal dikşîne ser kêmbûna xizmetên saxlemîyê yên bo penaberan.

”Penaberên ku nasnameya wan tuneye ji xizmetên saxlemîyê sûd wernagirin û yên xwedî nasnameyê jî tenê heta asta despêkê xizmetên saxlemîyê distînin.”

Rapor herwiha mijara zarok rojevê ku zarokên penaberan jiber ku bê statûne ew nikarin herin dibistanê.

Dîsa, behsa penaberên jin jî tê kirin ku çawa dibin armanca tundî û destdirêjîya seksî

Hevserokê Komela Koçberan ya Wan û Serhedê Arif Acar dibêje ku salê 400 penaber ji bajarê Wanê re derbaz dibin.

“Li gor agahîyên ku me dest xistî hersal 400 penaber ji Îranê derbazî Wanê dibin. Ev jî nîşan dide ku ser penaberan bazirganîyeke mezin heye. Em ji Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaza komîsyoneke çavderîye dikin.”

Komela Mafê Mirovan (IHD) dabs zanîn ku ji destpêka 2020’an heta niha 75 penaber li Behra Wanê û ser sînorê navbera Tirkîyê û Îranê canên xwe ji dest dane.

AA_04_12_20_Tora Piştevanîya Penaberan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:24 0:00

XS
SM
MD
LG