Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê 300 Penaber Hatin Desteser Kirin


Hêzên ewlekarîyê roja Çarşemê li bajarokê Çaldiranê ya Wanê di qamyonekê de 300 penaber desteser kirin.

Penaberên ku hatine desteser kirin ku ji wan 264 Afganî, 30 Pakistanî û 6 jî Îranî pêk dihatin, jibo dersînorkirinê ji Rêvebirîya Koçberan ya Wanê re hatin veguhastin.

Endamê komîsyona penaberan yê Baroya Wanê parêzêr Mahmut Kaçan bal kişand ser rêwîngîya penaberan ya dijwar.

“Mixabin penaberên ku ji welatê xwe derbider dibin, di dema rêwîngîya bo welatek din de rastî gelek binpêkirina mafên mirovan tên. Her sal hejmarek penaber li bajarê Wanê jiber serma, rûdanên trafîk û binavbûna belemên li Behra Wanê canê xwe ji dest didin.”

Kaçan dibêje ku li bajarê Wanê hem sazîyên navnetewî û hem jî sazîyên ku di nava Tirkîyê de li ser penaberan xebat dikin, li hember van mijaran bêdeng in.

“Di 2018’an de Ofîsa Koçberan ya Yekîtîya Ewrupayê xwe jî vî bajarî kişand. Piştî ku sazîyek wiha girîng xwe jî ve qadê paşve kişand, penaber jî di nava neçarîyê de rêyên dijwar re hewil didin xwe bigihînin, Ewrupayê.” Kaçan got.

Hêjayî gotinê ye ku piştî Amerîka û NATO’yê hêzên xwe ji Afganîstanê vekişandin tundûtûjîya di navbera hikûmetê û Talîbanê zêdetir bûye.

Ajansa Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) texmîn dike ku ji serê salê heta niha 270,000 kes koçber bûne ku piranîya wan ji ser Wanê hewil didin ku xwe bigehînin welatên Ewrupî.

AA_08_05_2021_33_Penaber
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:58 0:00

XS
SM
MD
LG