Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Du Hêzên Ewlekarîyê bi Tawanbarîya Destdirêjîyê Hatin Darizandin


Navenda Paşveşandina Penaberan ya Wanê
Navenda Paşveşandina Penaberan ya Wanê

Rûniştina doza destdirêjîya dijî penabera bi navê Z.N. yê ku wek tawanbarên bûyerê du hêzên ewlakarîyê tên darizandin, li Dadgeha Cezaya Giran ya Wanê pêk hat.

Di rûniştina despêkê de herdu tawanbar ji zîndana tîpa T ya Wanê, bi sîstema deng û dîmen (SEGBİS) beşdar bûn.

Jina penaber Z.N. dibêje ku ew li navenda paşveşandina penaberan ya Wanê ji alîyê sê hêzên ewlehîyê yên taybêt ve rastî destdirêjîyê hatiye.

Tawanbarê bi navê Y.V. ku li gor îdîanamê DNA ya wî li ser doşek û balgehê Z.N. yê hatiye dîtin, parast ku ew bêsuç e. Bersuç I.H.K jî heman parastin kir û daxwaza berdanê kir.

Di dema darizandinê de hat zanîn ku Z.N. hin jî li heman navenda penaberan tê girtin.

Komîsyona Jinan ya Baroya Wanê dîyar kir ku ev yek li gor kanunan şaşê û ji dadgehê daxwaz kir ku cîhê Z.N. yê were guhartin û daxwaza girtîna tawanbarê sêyan jî kir.

Parêzer Bahtîyar Kandeger
Parêzer Bahtîyar Kandeger

Piştî parastinan dadgehê rûniştin jibo 21 Berfenbara 2021’an paşve xist.

Serokê Komîsyona Penaberan yê Baroya Wanê Parêzer Bahtîyar Kandeger ku di rûniştina dozê de bû, anî ziman ku ew dê şopdarî vê dozê bin û heya dawî alîkarîya Z.N. yê bikin.

“Li Wanê rewşa penaberan nebaş e. Tê gotin ku mîna mijara destdirêjîya Z.N. yê zehf bûyer çêdibin. Dema bûyerên bi vî şeklî nebên dadgehê agahî pê çênabin.”

Ji alîyê din dema doza Z.N. yê berdavam dikir, hat zanîn ku li ser sînorê Îranê û Tirkîyê 3 penaber jiber sarmayê canê xwe ji dest dane.

Li gor rapora IHD’ê serê sala 2020’an vir ve li behra Wanê û li ser sînorê di navbera Tirkîyê û Îranê de 75 penaber canên xwe ji dest dane.

AA_27_11_20_Destdirêjî
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:03 0:00

XS
SM
MD
LG