Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Kuştina 61 Penaberan Li Dadgeha Wanê Destpê Dike


Penaber li Wanê
Penaber li Wanê

Li Dadgeha Cezaya Giran ya Wanê doza 12 bersuçên ku bi kuştina 61 penaberan tên darizandin despêkir.

Di dozê de 7 girtî, 4 negirtî û 1 jî berze 12 bersuç jiber bûyera ku 2 jê zarok 61 penaberên di 27’ê Hezîrana 2020’an de di encama binavbûna belemaya li behra Wanê canê xwe ji dest dabûn, tên darizandin.

Dozgerî bersuçan, bi îdiaya “awayek giran qaçaxçîtî ya penaberan kirîne” û “bi zanabûn bûne sedema kuştina hejmarek zêde kesan” tawanbar dike.

Penaber li Wanê
Penaber li Wanê

Komîsyona Koç û Penaberan ya Baroya Wanê bi aramanca alîgirîya penaberan daxwaza beştarbûna dozê kirin, lê dadgehê ev daxwaza wan red kir.

Piştî ku darizandin despêkir, tevahîya bersuçan tawanbarîyên li ser xwe red kirin û gotinên xwe yên li rêveberîya ewlehîyê guhartin.

Bersuçê bi navê M.A. got ku haya wî ji penaberan tinebû û got ku wî dizanî kesên ku li belemê siwarbûne gerok in. Her 7 bersuç jî daxwaza berdana xwe kirin.

Dadgehê di encama darizandinê de bîryara berdevamîya 7 girtîyan da û rûniştîna dozê bo 3 Gulanê paşve da.

parêzer Bahtîyar Kandeger
parêzer Bahtîyar Kandeger

Endamê Komîsyona Koç û Penaberan ya Baroya Wanê parêzer Bahtîyar Kandeger got ku wan xwast li ser navê malbatên qurbanîyan beştarî dozê bibin, lê mîna dozên din dîsa dadgê beştarbûna wan qebul nekir.

“Dema em di nava îdianamê dinêrînin hin kêmahî hene, jiber ku cezayê ku jibo bersuçan tê xwastin kêm e. Lê dadgeh dikarê cezayek zêdetir jî bide bersuçan.”

Parêzer Kandeger bal kişand ser bersuçê ku niha berzeye û îdia kir ku dozgerîyê jibo girtina wî zêde xebat nekiriye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di 27’ê Hezîrana 2020’an de di encama binavbûna belemaya li behra Wanê 61 penberan canê xwe ji dest dabûn.

Raporta Wanê 10 03 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:36 0:00

XS
SM
MD
LG