Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşekê de 2 Karker li Wanê Hatin Kuştin, 8 jî Birîndar Bûn


Li Wanê Teqîn: 2 Kesan Canê Xwe ji Dest Da

Walîtîya Wanê ragihand ku li bajarokê Şaxê (Çatak) dijî otomobîla karkerên di çekirina rê de dixebitîn, êrîşêk pek.

Di encama êrîşê de 2 karker hatin kuştin ku navê wan Emrah Baran û Murat Yagdiran e.

Di peqînê de 8 karkerên din jî birîndar bûn ku niha li nexweşxanê tên derman kirin û ji wan rewşa birîndarê bi navê Oktay Baran giran e.

Li gor daxuyanîya Walîtîyê, êvara Duşemê li ser rêya di navbera heremên Xumar û Giresora girêdayî başarokê Şaxê de dijî otomobîla karkerên rê êrîşek hatiye kirin.

Piştî peqînê termê kesên kuştî û yên birîndar bi helîkopteran, ji nexweşxaneya dewletê ya Şaxê hatin şandin.

Walîyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez di daxuyanîya xwe de got ku ew êrîş ji alîyê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatiye kirin, lê PKK’ê derbarê bûyerê de heta niha ti daxuyanî nedaye.

Piştî bûyerê leşkerên Tirk li herêmê operasyon dan destpê kirin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:01:08 0:00

XS
SM
MD
LG