Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Perwerdeya Rûbirû Wê di Çî Rewşê de Destpê Bike?


Perwerdeya rûbirû li tevahîya Tirkîyê di nava tedbîrên hember belavbûna vîrusa korona de wê di 21’ê Îlonê de destpê bike.

Li bajarê Wanê jî dibistan û mamoste jibo pêşwazîkirina xwendekaran amadekarîyên xwe dikin.

Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkîyê Zîya Selçuk got ku ew di bin metirsîya COVID-19’ê de li gor pêşnîyarên Wezareta Saxlemîyê û Lijneya Zanîstî biryara vekirina dibistanan daye.

Selçuk da zanîn ku di 21’ê Îlonê de zarokên nû dest bi dibistanê dikin dê hefteye rojekê herin dibistanê û polên din jî dê li gor rewşê dest bi perwerdeya rûbirû bikin.

Lokman Tekîn
Lokman Tekîn

Me rewşa dibistanên bajarê Wanê ji mamoste Lokman Tekîn pirsî ku demeke dirêj e li Wanê rêvebirîya dibistanan û şîretvanîya xwendakaran dike.

“Wisa dîyar e ku dibistan dê vebin, lê em jî nizanin ku di çi rewşê de vebin. Jiber ku pvajoyeke zelal bi rê ve naçe. Hem li dibistanên me yên taybet hem jî li yên dewletê hember belavbûna vîrusa korona tedbîren baş nehatin hildan. Jiber vê yekê xwendekar û malbat jî di nava metirsîyê de ne.”

Tekîn bal dikşîne ku bandora COVID-19’ê dikare bi salên ser tevahîya cîhanê berdavam bike loma dive bi jîyana ligel korona tedbîrên baş werin girtin.

Hêjayî birxistinê ye ku ji meha Adarê vir ve li Tirkîyê vîrusa korona bandor kiriye û di dawîya heman mehê de bi Tora Perwerdeya Înformatîk (EBA) bi rêya internetê û televîzyonê perwerdeya jidûrve destpê kiribû.

Wezareta Perwerde ya Tirkîyê careke din hewil dide ku bi tevahî dest bi perwerdeya rûbirû bike.

AA_09_09_20_Perwerdeya Rûbirû
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:27 0:00

XS
SM
MD
LG