Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Betalkirina Parlamanterîya Guven û Farisogullari Hat Şermezar Kirin


Rêvebirîya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê jiber betalkirina parlamanterîya sê parlamanteran û girtina wan xwepêşandanek li dar xist.

Endamên HDP’ê di destpêkê de xwestin ku ber Parka Hûnerê ya li navenda bajêr kom bibin û xwepêşandanê li dar bixin, lê polîsan bi hinceta qedexeya Walîtiya Wanê heye, xwepêşendar asteng kirin.

Polîsan li parkê destûr neda rojnamevanan jî dîmen tomar bikin.

Li ser vê yekê rûniştvanan heya ber derîyê avahîya rêxistina HDP’ê ya bajarokê Rêya Armuşê (Îpekyolu) meşîyan û li vê derê daxuyanîyek dan.

Parlamanterê HDPê yê Wanê Murat Sarisaç, betalkirina peyvira parlamanteran wek dijmintîya hember gelê Kurd bi nav kir.

“Darizandina parlamanteran jî li dijî hiqûqê bû. AKP û MHP bi vî awayî li hember gelê Kurd şer didene meşandin.”

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku roja Pencşemê li meclîsa Tirkîyê parlamenterîya, Leyla Guven û Musa Farisoglullari û Enîs Berberoglu hatibûn rakirin û ew ji zîndanê re hatibûn şandin.

AA_05_06_20_ Wan_BetalKirin_LGuven
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:09 0:00

XS
SM
MD
LG