Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Zindana Wanê Girtîyan jiber Korona Serî Rakir


Girtîgeha Wanê
Girtîgeha Wanê

Li Zîndana Tîpa M ya Wanê de, roja Sêşemê girtîyan li derî û paceyan dan û odeyek dane ber agir.

Hejmarek zêde tîmên agirkujîyê û saxlamîye çûn zîndanê û piştî demeke bûyer sekinî. Herwiha malbaten girtîyan jî liber derîye zîndanê cîvîn.

Baroya Wanê bi daxuyanîyeke nivîskî bûyer pişrtrast kir û ragihand ku di bûyerê de ti kes zarar nedîtiye.

Parlamanterê Partîya Demokartîk a Gelan (HDP) yê Wanê Murat Sarisaç ji Dengê Amerîka re got ku nerazîbûna ser belavbûna vîrusa korona sedema alozîya şeba borî bû.

Murat Sarisaç
Murat Sarisaç

“Demek e dirêj e ku AKP behsa pêşnîyarqanûnekê dike. Bendewarî hebû ku jiber korona girtî bi şiklekê werin berdan. Xuya bû AKP tenê jibo kesên nêzî xwe ev pêşnîyar derxistiye. Girtîyan jî jiber vê yekê bertek nîşan dan û serî rakirin.”

Sarisaç hikûmeta Tirk rexne kir ku hember belavbûna vîrusê tedbîrên xurt negirtine û îdia kir ku êdî li zelal bûye ku AKP ji derdê ti kesî re nabe derman.

Hêjayî gotinê ye ku li zîndanên Tirkîyê 300 hezar girtî hene û jêderên nêzî hikûmetê dîyar dikin ku bi pêşnîyara nû wê 90 hezar girtî werin berdan.

AA_01_04_20_Girtîgeha_Wanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:23 0:00

XS
SM
MD
LG