Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bajarê Wanê Tedbîrên Vîrusê Tên Sist Kirin


Hikûmeta Tirkîyê îro hin tedbîrên hember belavbûna vîrusê sist kirin ku di meha Nîsanê de hatibûn dayîn.

Di vê çarçoveyê de qedexeya rêwîtî ya di navbera bajarên mezin de hat rakirin û xwaringeh, kafe û navendên sporê jinûve hatin vekirin.

Li bajarê Wanê jî serê sibê xebatkarên xwaringeh, kafe û navendên sporê dest bi paqijîyê kirin û piştî 3 mehan dikanên xwe vekirin.

Xwedîya xwaringeha Firavînê Nejla Colemergî dibêje ku wan ligel vekirina dikanê, hin tedbîrên li hember belavbûna vîrusa korona wergirtine.

“Hember vîrusê xebatkarên me hemû rûberk û lepîkan bi kar tinîn û her maseyê jî du kes dikarin rûnin.”

Xwedîyê Kafe Mîa Ercan Tay got ku wan di alîyê aborî de rojên pir dijwar derbaz kirine.

“Hemû xebatkarên me bêkar mabûn û me ji hikûmetê ti alîkarî wernegirtin, Tay gazincan xwe bilind kirin.”

Hêjayî gotinê ye ku li gor Walîtîya Wanê heya niha 500 kes bi vîrusa korona ketine û 10 kes ji mirine û li tevahîya bajêr 17 hezar kes jî di bin karantîna de ne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:13 0:00

XS
SM
MD
LG