Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Krîza Aborî Dibe Sedema Xwekuştinan


Li Wanê rûniştvanê bi navê Fehîm Abo jiber zextên û gefên deyndarên kurê xwe dawî li jîyana xwe anî û li ser vê yekê kurê wî Serdar jî xwe kuşt.

Li gor agahîyên ku ji malbata Abo sitandin, Serdar ê 25 salî berîya 20 rojan jiber 4 mîlyon TL deynê xwe revîyabû.

Fehîm û Serdar Abo
Fehîm û Serdar Abo

Kesên ku Abo pere ji wan biribû li ser dikan û mala bavê wî Fehîm Abo yê 65 salî girtîbûn û gefa kuştinê li wî kiribûn.

Dema termê Abo jibo binaxkirinê ji bajarê Mersînê tê şandin, kurê wî Serdar ji mirina tina bavê xwe agahdar dibe û ew jî li oteleke Antalya dawî li jîyana xwe tîne.

Xizmekî Fehîm Abo ku nexwast navê wî eşkere bibe, wiha behsa kuştina wan kir.

“Apê min Fehîm û kurê wî Serdar jibo kar mala xwe ya Mersînê firotbûn û li Wanê dikana hilberîna amûrên aşpêjîyê vekiribûn. Di nava 3 salan de rewşa wan ya aborî baş bû, lê ew ketin destê faîzkaran û qerdar bûn. Mixabin apê min û pismamê min jiber wan gefan xwe kuştin.”

Şemsettîn Bozkurt Serokê Komela Karsazên Wanê (VASIAD) dibêje ku bi vê çîroka xemgîn ew dibînin li Wanê faîzkarî çi qas zêde bûye.

Bozkurt got ku li Wanê kesên karê faîzkarîyê dikin, wek rêxistinekê tevdigerin û karsazan qerdarî xwe dikin.

“Li bajêr karê faîzkarî ku pirtir bi navê tefecîtî tê zanîn, wek rêxistineke nedîyar dixebite. Kesên ku dikevin nava zehmetîyê, neçar dimînin ji wna deyn bixwazin û dû re dikevin nava xefka wan.”

Bozkurt dibêje ku bi taybet hin kes di bin navê eşîr û malbatên mezin de vî karê nebaş dikin.

“Hêvîdar im ku ew kesên ku navê bajarê me kirêt dikin, di demeke kin de werin ceza kirin û careke din çîrokên wiha xemgîn nebînin.”

AA_22_02_21_Wanê_Tefecîtî
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:59 0:00

XS
SM
MD
LG