Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Behra Wanê Termê 6 Penaberan Din Hatin Derxistin


Ji belema penaberan, ku di 27’ê Hezîranê de li Behra Wanê binav bûbû, termê 6 kesên din hatin derxistin û heta niha bi giştî termên 60 penaberan hatin dîtin.

Li gor Medenî Akbaş, ku ji bûyerê tenê bi saxî rizgar bûye, di belemê de nêzî 80 kes hebûn.

Xebatên rizgarkirinê li rojhilata Behra Wanê nêzî Girava Çarpanakê li cîhê bûyerê berdevam dike. Li gor tîmên rizgarkirinê belema penaberan 106 metroyan di kûrahîyê de ye.

Serokê Komela Mafên Mirovan (IHD) yê şaxê Wanê Murat Melet got ku Wan li ser sînorê navbera Tirkîyê û Îranê ye, loma her sal gelek penaber hewil didin ku xwe bigehinîn welatên rojava.

“Di vê rewîtîyê de pir zehmetî derdikevin pêşîya penaberan û ji 60 sedî nagihejin armanca xwe û piranî penaberan bi sedemên curbecur tên kuştin.”

Melet dide zanîn ku hember penaberan suc tên kir, lê ew nayên ceza kirin û di nava 2 salan de tên berdan.

Hêjayî bîrxistinê ye ku li taxa Altinsaça bajarokê Westanê (Gevaş) di 27’ê Hezîranê de belema penaberan li behra Wanê hinda bûbû.

Piştî demekê, şopa keştîyê 106 metre di binê avê de, li nêzîkî Girava Çarpanakê hatibû dîtin.

Di lêpirsînê de Medenî Akbaş jî di nav de 5 kes hatibûn desteser kirin.

Li gor daneyên IHDê di nava sala 2019’an de li bajarê Wanê ser sînorê di navbera Tirkîyê û Îranê de jiber sedemên curbecur, 35 penaber jîyanên xwe ji dest dane.

Dîsa di heman salê de li ser Behra Wanê, keştîyek binav bûbû û 7 penaber tê de hatibûn kuştin.

XS
SM
MD
LG