Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirk Doza Mirina Zarokê Kurd Red Kir


M.Abdulvahap Taş termê kurê xwe di nava turkekê de daye pişta xwe (2018 - Wan)
M.Abdulvahap Taş termê kurê xwe di nava turkekê de daye pişta xwe (2018 - Wan)

Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê derheqê mirina zarokê Kurd yê 2 salî de bîryara redkirina dozê da û berpisên bûyerê beceza hişt; tevî ku di rapora zanîstî de ji sedî 100 kemasî di sazîyên dewletê de hatibû dîtin.

Zarokê bi navê Muharrem Taş berîya 8 salan li mezra Çelî ya Payîzava ya (Gurpinar) Wanê nexweş ketibû û malbata wî bo birina nexweşxanê ji hêzên ewlekarîyê û tîmên hewarçûnê ambulans xastibûn.

Lê, tîmên hewarçûnê bi sedema ‘berfê rê girtîye’ neçûbûn hewara Taş û ew li gund canê xwe ji dest dabû.

Malbata Taş jî jiber sitûrahîya berfê nekarî wî li gund binax bikin û bîryar dan ku wî li navênda bajêrê Wanê binax bikin.

Daxwaza malbatê ya wesayîta cenazeyê jî nehatibû bi cîh kirin û bavê zarok Muharrem Abdulvahap Taş termê kurê xwe di nava turkekê de dabû pişta xwe ketibû ser rê.

Ew dîmenên neçarîya bavê Muharrem li ser medya civakî hatibûn belav kirin û bûbûn sedema bertekên raya giştî.

Piştî bûyerê bi daxwaza malbatê, Serdozgerîya Komarî ya Gurpinara Wanê, komîsyonekî pisporan ava kir û di derheqê bûyerê de raporeke zanîstî da amadekirin.

Di raporê de hat dîyar kirin ku ji sedî 80 Wezareta Saxlemîyê û ji sedî 20 jî Rêvebirîya Bajêr neheq hatiye dîtin.

Ser vê raporê malbata Taş, bo cezakirina berpirsan di 2018’an de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dabû.

Lê, do Çarşemê, 29ê Hezîran 2022 derket hole ku dadgehê tevî rapora zanîstî serlêdana dozê red kiriye.

Dadgehê wek sedem di bîryara xwe de dîyar kir ku îdiayên derheqê binpêkirina mafên jîyanê û zarara madî û manevî de hatiye red kirin jiber ku tevahîya rêyên din yên dadmendî ne hatine qedandin.

Parêzerê malbata Taş, Murat Tîmur dibêje ku bîryara dadgehê nayê qebul kirin û bi vê biryarê di dîlê malbatê û di ya raya giştî de carek din ev êş daye his kirin.

“Ne mimkûne ku em bîryara dadgehê qebûl bikin jiber ku me hemî erkên xwe anîne cîh. Ev bûyer di nava raya giştî de bû sedema bertekên pir mezin. Divê dadgeh bilez, bîryarek nû werbigre û dozê jinûve bixe rojeva xwe,” Tîmur got.

Tîmur dida zanîn ku bi hemî delîlên dosyayê jî derketiye ku Navenda Hewarçûnê ya 112, bûyera nexweşîya Meharrem ve eleqedar nebûne û bi hincetên hêsan xwe negihandinê wî.

“Tîmên hewarçûnê li gor derfetên heyî dikarîbûn bi ambulansa ser berfê diçe û bi helîkopterê biçûyana gund û Muharrem derman kiriban yan jî ew anîbana nexweşxaneyekî nezî gund. Tevî rewşê, dadgehê bîryarek dîjî hiqûqê wergirt û kesên berpirsyarên mirina Muharrem in, bê ceza hişt.”

XS
SM
MD
LG