Lînkên eksesibilîtî

AP: Qesra Sipî Şandina Çekên Giran ji YPG'ê re Erê Dike


Karbidestekî payabilind yê Amerîkî ji AP re got ku Qesra Sipî, tevî nerazîbûna Tirkîyê, plana şandina çekên giran ji Kurdên Sûrîyê re erê kir.

Karbidestê Amerîkî nexwest navê wî eşkere be jiber ku destûra wî tune ku li ser wê mijarê bipeyîve.

YPG ku hêza zerekî ya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ye, vê gavê li bakurê Reqa operasyonên xwe didomîne û di çend rojên dawî de bajarê Tabqa bi giranî ji DAIŞ’ê rizgar kir.

Washington YPG’ê wek hêza herî bi bandora ya dijî DAIŞ’ê dibîne ku li rojhilat û bakurê Sûrîyê şer dike, lê Tirkîyê bi Kurdên Sûrîyê re xwedî peywendîyên xirab e.

XS
SM
MD
LG