Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Matthew Miller îro Çarşemê got ku Washington naxwaze Îsraîl li Gaza herêmeke ewle çêke.
Miller dîyar kir ku Amerîka naxwaze herêma Filîstînîyan piştî pevçûnan biçûk bibe, lê herêma ewle wê bibe sedema biçûkbûnê.
"Ger herêma ewle ya pêşnîyarkirî di nava Gaza de be, ewê binpêkirina prensîba Washingtonê be loma em dijî vê yekê ne. Ger herêma ewle di nav axa Îsraîlîyan de be ew nikare ser vê yekê tiştekî bêje loma ew biryara Îsraîlîyan e."
Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihandibû ku Îsraîlê di rojên borî de ji jimareke dewletên Ereb re dîyar kiriye ku ew dixwazin ku li Gaza li hêla Filîstînîyan herêmeka ewle çêkin ku êrîş û pevçûn çênebin.
Şerê li Gaza piştî êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmehê, ku li başûrê Îsraîlê 1200 kes kuştibûn û pirtir ji 200 kes dîl girtibûn, gur bûye.
Îsraîl piştî êrîşan dîyar kir ku ewê Hamasê bi tevbahî tune bike û êrîş biribû ser Gaza, ku li gor karbidestên Filîstînî heta niha pirtir ji 15,000 kes hatine kuştin.
Jêder: Reuters