Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Wek Bersîvdana Hewila Kuştina Navalny Toleyên Nû Datîne Ser Rûsya


Rêvebirîya Amerîkî wek bersîvdana bizava kuştina rêberê opozîyonê Aleksei Navalny ya bi gaza kîmyayî, îro Sêşemê toleyên nû danîn ser jimareke sazî û kesên Rûsî.

Karbidestên Amerîkî di konferanseke telefonî de ji nûçegîhanan re ragihand ku ev biryar bi kordînasyona bi Yekîtîya Ewrupa re hate dayîn.

Karbidestan bi bîr xist ku Serokê Amerîka Joe Biden ji Rûsya xwest ku Navalny ji zindanê azad bike.

Rûsya red dike ku wê hewil daye Navalny bikuje û daxyanîyên welatên Rojavayî wek îdiayên bê bingeh bi nav dike.

Rêvebirîya Biden toleyên nû wek bersîvdana kiryara hikûmeta Rûsî radigihîne, lê rêvebirîya pêş ya Amerîkî ya di bin Serok Trump de biryareke wiha nedabû.

XS
SM
MD
LG