Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington jiber Bernama Muşekan, Cezayên Nû Datîne Ser Pyongyang


Wezareta Xezîne ya Amerîka îro ragihand ku toleyên nû yên aborî li hember neh kes û kompanîyên dana ku guman heye peywendî bi programa navokî ya Koreya Bakurî hene.

Li gor biryarên ku îro hatine girtin, du şîrketên Rûsî jî nav de, rê li ber wan kes û kompanîyan tê girtin ku bi hemwelatîyên Amerîkî karsazî bikin û mal û mulkê wan yên li Amerîka jî werine cemidandin.

Biryara Wezareta Xezîne ya Amerîka di vê demê de tê ku hewilên Washingtonê ya pêşîgirtina programa navokî ya Koreya Bakurî û ceribandina muşekan ji alîyê wê serketî nebûn.

Du kompanîyên Rûsî Ardis-Bearings LLC û Independent Petroleum Co. ketine lîsta reş, bi sedema ku wan di warê şewit û muçekan de alîkarîya Koreya Bakur kirine.

XS
SM
MD
LG