Wezareta Derve ya Amerîkayê bang li Yunanistan û Tirkîyê kir ku pirsgirêkên xwe yên têkildarê serwerîya deryayî bi rêka danûstandinên rasterast û dilsozane çareser bikin.
"Em hevkarên xwe yên li Rojhilata Derya Spî teşwîq dikin ku nakokîyên deryayî bi rêya danûstandinên bi nêta baş çareser bikin," berdevikekê wezaretê got.
Ev daxuyanîya wezaretê ya şeva borî, di bersîva pirseke jimareke dezgehên ragihandinê yên Yunanistan û Amerîkayê de hat, piştî ku Civata Nûneran a Lîbyayê (parlemana li rojhilatê welêt) di 20’ê Cotmeha 2026’an de peymana sînorên deryayî ya 2019’an a bi Tirkîyê re pejirand.
Berdevk got ku çareserkirina nakokîyan dikare rê li ber weberhênan û lêgerîna çavkaniîyên enerjîyê veke.
"Çareserkirina kêşeyên deryayî di berjewendîya hemû alîyan de ye û rê li ber veberhênan û keşfên bazirganî vedike ,ku wê sûdê bide tevahîya herêma Deryaya Spî," berdevk got.
Peyman li Derya Spî, di navbera her du welatan de, sînorekî deryayî ya bi 33 kîlometreyan - qada binê deryayê û herêma aborî ya taybet- dîyar dike.
Ev peyman, mafên lêgerîn û karanîna çavkanîyên xwezayî, wek petrol û gazê, û herwiha mafên masivanîyê jî dide Tirkîyê û Libyayê.
Yunanistan dijî peymanê ye û dibêje ku ew mafên deryayî yên giravên wê binpe dike.
Enqere peymanê li gor hiqûqa navneteweyî dibîne û dibêje ku rexneyên alîyên din nikarin wê bêrewa bikin.
Wezaretê hevdem ji her du endamên NATO’yê ku alozîyên provokatîf dûr raweste û nakokîyên xwe bi dîyaloga dualî çareser bikin.
"Em piştgiriyê didin hewlên jibo dûrketina ji provokasyonên bêfeyde, û em her du hevbendên xwe, Yunanistan û Tirkîyê, teşwîq dikin ku nakokiyên bi rêka gotûbêjên dualî çareser bikin,”wezaretê got.
Yekitîya Ewrupa, Qibris, Îsraîl û Misir jî dijî vê peymanê derdikevin.
Di daxûyanîya hatîye ragihandin de, wezaretê li ser rewabûn û guncawbûna wê ya li gor hiqûqa navneteweyî ya peymanê, helwesteke dîyar nekirîye.
Dengê Amerîka jibo diyar kirina helwesta fermî û şîrovekirinê bi Wezareta Derve ya Amerîkayê re di têkilîiyê de ye û li benda bersiva wê ye.