Çend demjimêr berî ku dema dawî ya ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo rêkeftinekê di navbera Washington û Tehranê de destnîşan kiriye bidawî bibe, herdu alî dê roja Sêşemê bi navbeynkarîya Pakistanê ji nû ve dest bi danûstandinan bikin.
Ev dem îro Sêşemê demjimêr 8'ê êvarê bi dema Washingtonê diqede, û Trump ragihandîye ku eger danûstandin bi sernekevin, pir û navendên elektrîkê yên li Îranê dê werin hilweşandin.
Di posta herî dawî de li ser platforma Truth Social, Serok Trump got "dê îşev şaristanîyek bi tevahî were jinavbirin û qet nema careke din vedigere."
Reza Amiri Moghadam, balyozê Îranê li Pakistanê, roja Sêşemê li ser X'ê got ku hewldanên Pakistanê gihîştine qonaxeke "girîng û pir hestîyar."
Di rojên dawî de, Pakistanê hewl dane ku di navbera Amerîkayê û Îranê de navbeynkarîyê bike, di heman demê de Tirkîye û Misir jî di vî warî de hewlên xwe didin.
Serok Trump di konferanseke rojnamevanî de li Koşka Sipî roja Duşemê wergirtina pêşniyarên ji Îranê ragihand, û ew wekî "gaveke girîng lê ne têrker" binav kir.
Wî ji rojnamevanan re got ku divê Îranê bi Amerîkayê re bigihêje rêkeftinekê ku divê veguhestina azad a petrolê bi rêya Tengava Hormuzê divê beşek ji wê be.
Ajans nûçeyan a dewletê ya Îranê IRNA ragihand ku Tehranê planeke ji bo "dawîanîna şer" şandîye û got ku "piştî du hefteyan ji nirxandinên berfireh, Îranê bersiva xwe ya ji bo pêşniyara Amerîkayê ya ji bo bidawîanîna şer ji Pakistanê re ragihandîye."
Li gor IRNA, di vê bersivê de 10 xal hene, û Îranê tekezî li ser "pêdivîya bidawîanîna mayînde ya şer kiriye, li dema agirbestê red dike, ew li ber çavan girtina serpêhatîyên berê, di heman demê de rêz li fikarên Îranê digire."
IRNA’yê di vê bersivê de daxwazên Îranê ragihand, di nav wan de "dawî li pevçûnên li herêmê, peymanek ji bo derbasbûna parastî bi rêya Tengava Hormuzê, ji nû ve avakirin û rakirina cezayan."
Roja Duşemê, Reuters ragihand ku Amerîkayê û Îranê ji Pakistanê planek wergirtine ji bo bidawîanîna nakokîyê ku dikare Tengava Hormuzê ji nû ve veke.
Malpera Axios jî diyar kir ku navbeynkar bawer dikin ku vekirina tevahî ya Tengava Hormuzê û çareserkirina pirsgirêka uranyuma dewlemendkirî ya Îranê, çi bi rêya derketina wê ji welêt yan jî bi rêya şilkirinê, tenê di çarçoveya rêkeftineke dawî de pêkan e.
Fatemeh Mohajeranî, berdevka hikûmeta Îranê, roja Sêşemê gumanên xwe li ser "ewlekarîya rêka erênî ya danûstandinan" anî ziman. Lê belê, wê piştrast kir ku "danûstandina peyaman berdewam dike."