Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşêkê de 1 Kes li Washingtonê Hate Kuştin, 20 Kes jî Birîndar Bûn


D.C. Metropolitan Police Chief Peter Newsham and Washington Mayor Muriel Bowser at a press conference.
D.C. Metropolitan Police Chief Peter Newsham and Washington Mayor Muriel Bowser at a press conference.

Berpirsê Polîsên Metropolîtan Peter Newsham û Bajarvana Washington DC Muriel Bowser di preskonferansekê de ragihandin ku bi kêmî 3 kesên çêkdar îro Yekşemê êrîşê kombûnek mezin, neqanûnî ya gelê li Washington kirine.

Di encama êrîşê de ciwanek hatiye kuştin û tevî polîsek bi giranî, 20 kesên din jî birîndar bûne.

Li gor ragihandina karbidestan êrîşa çekdarî li herema başûrê rojhilata paytexta Amerîka, Washington DC, di dema kombûneke bi tevlîbûna sedan mirovan, pêk hatiye.

Medya xwecîhî ev bûyer wek "partîyek bê destûr ya taxê" bi nav kir.

Bajarvan Bowser ev kesana qedexe ya bajar ya dijî vîrusa korona ya civînên giştî yên mezin ji zêdetirî 50 kesan, binpêkirin e.

"Bê guman di vê kombûnê de gelek mirovê bi nexweşîya COVID-19 hebûn.

Em nikarin li bajarê xwe, di pêvajoya COVID-19 de, destûrê bidin civînên bi wî rengî.

Ew rewşeke pir xeter e, " berpirsê Polîsan Newsham got.

Herwiha Newsham ragihand ku 3 kesan dema ku di saet 12:20 danê sibê de pevçûn derketiye, gule barandine.

Wî got ku bi kêmî ve sê guleyan agir vemirîn dema ku di seat 12:20 danê sibê pevçûn derketiye. 21 kes, ku di nav wan de polîsek jî bûne armanc.

"Ew niha bo îiyana xwe di nexweşxaneyek herêmî de têkoşîn dike," Newsham ji bo polîsa jin ku tevî herî kêm 11 jinên din birîndar bûne got.

Berpirs Newsham dîyar kir ku navê kesê kuştî Christopher Brown e û 17 salî bûye, ku li nexweşxaneyeke xwecîhî miriye.

"Ez bi rastî fêm nakim ku çawa jîyana kurê min ji dest çû," dayîka wî Artecka Brown ji Reutersê re got.

Newsham got ku piranîya qurbanîyan mezin bûn û ji bilî polîs, jîyana ti birîndaran ne xeter e.

Di derbarê êrîşkerên gumankirî de hûrgulî nehatiye ragihandin, lê Newsham got ku gelek çek ji cîhê ku bûyer qewimîye hatine girtin.

XS
SM
MD
LG