Rojnameya Washington Post, ser rojnamevanê hinda Cemal Xaşikcî , ku herî dawî dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya li Stenbolê hatibû dîtin, bang li Amerîka kir.
Washington Postê ji Amerîka xwest ku ji rêvebirîya Rîyadê ‘’li ser bûyerê bersîvekê bistîne''
Di nivîsa sereke ya Washington Post de hat gotin ku Amerîka ‘’bo hemî rastîyên ser hindabûna Xaşikcî eşkere bike, divê hewildanên girîng bimeşîne’’
Li gor rojnameyê, hikûmetên Tirkîye, Erebîstana Saudî û Amerîka ser eşkerekirina hindabûna Xaşikcî berpirs in.
Washington Post dîyar kir ku Erebîstana Saudî bi Amerîka re ser dîtina rojnamevanê hinda alîkarîyê neke, divê Kongres hemî hevkarîyên bi wî welatî re rawestîne.
Hin berpirsên Tirkîyê, bê ku navê xwe eşkere bikin ji ajansên navneteweyî re dîyar kiribûn ku Xaşikcî li konsulxaneya Erebîstana Saudî hatiye kuştin.
Washington Post bang li Tirkîyê kir ku agahîyên di destê wê de demûdest bi bîragiştî re parve bike û bûyerê bi hemî hûrgilîyên wê vekole.