Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ber Kongresê Dengê Çekan Bilind Bû


Do Çarşemê, li nêzî Kongresê ya li Washington’ê, wesayîteke sîvîl hindik mabû ku xwe li wesayîta polîsan biqelibîne ku polîsan gule bi ser ajotvanê wê de reşandin.

Bûyer li ber Baxçeya Botanîk pêk hat ku ew der li ser rêya Kongresê ye.

Karbidestên Amerîkî dan zanîn ku jiber ku ajotvan bi ser polîsan de ajotîye polîsan qurşîn reşandine.

Ajotvana jin hat desteser kirin û Baxçeya Botanîk jî hat girtin.

Polîsan rêya Kolana Independence jî girtin.

Di Cotmeha 2013’an de, Miriam Carey ku 34 salî bû, piştî xwe li barîyerên ewlekarîyê yên li derveyî Qesra Sipî xistibû, ji alîyê polîsan ve hatibû kuştin.

XS
SM
MD
LG