Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price dîyar kir ku yek ji dîplomatên dêrin yên wezaretê Elizabet Jones bo jinûve bicîhkirina Afganên ji Afganistanê derketine û derdikevin hatiye erkdar kirin.
Balyozê berê yê Amerîka yê li Afganistanê John Bass di di meha Tebaxê de, dema Talîbanê kontrola welêt bi dest xwe dixsit, bo derxistina karmendên dîplomatîk û Afganên di bin rîskê de çûbû Kabulê.
Price, dîyar kir ku Elizabeth Jones, ku berê cîgîrîya wezîrîya derve kiriye û bûye alîkara nûnerên taybet yên Afganistan û Pakistanê, dê ji hêsankirina derketina ji Afganistanê heta bicîhbûna li Amerîka temamê peyvajoyê kontrol bike.
Wî da zanîn ku Washington bi vê erkdarkirinê dixwaze peyvajoya bicîhbûnê ji navendekê bişopîne û ewê bi wê kordînasyoneke çêtir çêbe.