Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Washington û Pyongyangê Dîyar Dikin ku Ewê Bicivin


Karbidestên Washington û Pyongyangê dîyar dikin ku dibe ku danûstandinên wan jinûve destpê bikin.

Koreya Bakur da zanîn ku di dawîya hefteyê de komxebat dê destpê bikin.

Amerîka danûstandin piştrast kirin, lê li ser wê ti hûrgilî neda.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus got ku ‘’Ez dikarim bibêjim ku her du alî plan dikin ku hefteya pêş kom bibin.’’

Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un di meha Sibatê de li Hanoi ya Vîetnamê kom bûbûn.

Di hevdîtina her du rêberan de ti encama erênî derneketibû.

Washington dixwaze ku Pyongyang bernameya navokî biterikîne û li alîyê din Pyongyangê jî dixwaze ku Washington toleyên dijî wê sist bike.

XS
SM
MD
LG