Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Banka Cîhanî Hişyarî Dide ku Rewşa Aborî ya Lubnanê Ber bi Têkçûnê Ye


Ala Lubnanî li ser avahîyekî hilweşandî ya li Beyrûtê ( Arşîv)
Ala Lubnanî li ser avahîyekî hilweşandî ya li Beyrûtê ( Arşîv)

Banka Cîhanî (World Bank) îro Sêşemê di derbarê rewşa aborî ya Lubnanê de raporeke nû ya bi navê 'Lubnan Têk Diçe' ragihand.

Banka Cîhanî dîyar kir ku hilweşîna aborî û darayî ya Lubnanê dibe ku ji nîvê sedsala 19'an vir ve, yek ji krîzên darayî yên herî xirab ya cîhanê be.

Rapor pêşbînî dike ku aborîya Lubnanê wê di 2021'an de ji % 10 piçûk bibe û destnîşan dike ku 'di demeke nêz de xalekî çareserîyê xuya nake.'

Lubnanê sala borî deynê xwe neda, nirxê dirava welêt nêzî % 85 daket û xizanî welêt wêran dike ku berê mîna çirûskeke serfirazîyê ya li herêmê dihat nirxandin.

Rapor balê dikşîne ku hilweşînên aborî yên wiha wêranker bi giştî encama şerê nevxweyî ye.

Jiber têkçûna tevahî ya aborî Lubnanê ya di 18 mehên borî de, bi berfirehî gendelî û xelat rêvebirîya elît sîyasî ya welêt tê tawanbar kirin.

"Polîtîkayên rêvebirîya Lubnanê ku hemberî van pisrgirêkan dimeşînin pir lawaz in û têr nakin.

Şert û mercên civakî- aborî yên ku zêdetir xirab dibin, têkçûnên neteweyî yên sîstemê bi bandorên herêmî û yên cîhanî dixe xeterê," Banka Cîhanî got.

Sazîya diravî destnîşan dike ku aborîya Lubnanê di 2019'an de ji % 6.7 û di 2020'an de ji % 20.3 biçûktir bûye.

Çareserîyên ku karbidestên Lubnanî heya niha ji bo sivikkirina krîza darayî pêşkeş kirine, bi piranî barê giran daye ser welatîyên çîna navin û yên xizantir.

Rapor di derbarê ' îhtîmala serîrakirênên civakî' yên li welatekî ku xwedî dîroka pevçûn û bêaramîyê ye de, hişyarî dide û dîyar dike ku dewleta têkçûyî nikare heqê gelek lêçûnên xwe bide.

Wezîrê enerjîyê yê Lubnanê Raymond Ghajar hişyarî da ku peydakirina elektîrîkê krîtîk dibe û heya dawîya Hezîranê dibe ku welêt di nava tarîbûneke giştî de bimîne.

"Xirabtirbûna berbiçav yên di xizmetên bingehîn wê encamên demdirêj derxîne holê: koçberîya girseyî, hindakirina fêrbûnê, encamên neyênî yên saxlemîyê, tunebûna torên ewlehîyê yên pêdivî û hwd." raporê got.

Hin mamosteyên li Lubnanê niha mehane kêmtirî 200 dolaran qezenc dikin, doktor pirtir li derveyî welêt li kar digerin û gelek xwendevan êdî nikarin heqê zanîngehê bidin.

XS
SM
MD
LG