Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

2 Rojnamevanên Amerîkî di Êrîşeke Çekdarî de Hatin Kuştin


Zilamekî çekdar sibeha îro Çarşemê gule barandin ser 2 rojnamevanên Amerîkî û ew di cîhê bûyerê de kuştin.

Çekdarekî ku kincên reş li xwe kiribû, li bajarê Roanoke ya eyaleta Virgina teqe li rojnamevana televîzyona xwecîhî WDBJ Alison Parker û kamerevan Adam Ward kir, dema ew di weşana zindî de hevpeyvînekê ligel karsazeke jin dikir.

Hate ragihadin ku ew jina karsaz jî birîndar e û niha li nexweşxanê ye.

Karbidestên polîsan dibêjin, lêgerîna wan berdewam e ku kesê êrîşvan desteser bikin. Karbidest herwiha radigihînin ku reng e bergumanê bûyerê xebatkarekî bere yê WDBJ be.

Rêvebirekî WDBJ ragihand ku ekîba wan li ser nûçeyeke ji rêzê dixebitîyan, ne rêdeçûnek, ne jî xwepêşandaneke sîyasî.

Bajarê Roanoke nêzîkî 375 kîlometre dûrî paytaxta Amerîka Washington e.

XS
SM
MD
LG