Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Birayê Wedat yê Rojnamevan PDK bi Kuştina Birayê Xwe Tawanbar dike


Wedat Hisen Ali

Tariq Hacî Husên got Denge Amerîka, berî kûştina Wedat çend cara Dezgehên Parastina Partîya Demokrata Kurdistanê ew daxwaz kiribû, eşkence dabû û gefeya mirinê lê kiribûn

Rojnamevanê Roj News li bajarê Duhokê Wedat Alî roja Şemîyê hat revandin û dû re termê wî hat vedîtin kû cihê eşkencedanê pêve diyar bû.

Birayê wî, Tariq Hacî Husên got Denge Amerîka, berî kûştina Wedat çend cara Dezgehên Parastina Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) ew daxwaz kiribû, eşkence dabû û gefeya mirinê lê kiribûn.

Wî got, eger dezgahên partî bê guneh in, divê ew kujêrên Wedat eşkere bikin.

Tariq Hûsên got jî, kesê kû revînkarên birayê wî dîtî ew jî hatiye girtin û winda ye û niha ew bi xwe û malbata wî li jêr gefeyê ne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:09:44 0:00

XS
SM
MD
LG